18:22 20 Gulan 2018
    Jens Stoltenberg

    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû

    © REUTERS / Eric Vidal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî derbarê operasyona hewayî ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li ser Sûriyeyê de axift û got, "peyameke vekirî bû ji rejîma Esad û piştgirên wê Rûsya û Îranê. Operasyonê nîşan da ku raya giştî ya navneteweyî hema wisa bêdeng li qeraxekê rûneniştiye."

    Stoltenbergî bersiva televizyoneke tirkî da û li ser berfirehî û meşrûyeta operasyona li dijî Sûriyeyê wiha axift: " Ev operasyon ihtimala bikaranîna çekên kîmyewî di pêşerojê de ji holê ranekiribe jî, kapasîteya wê kêm kir…Xebata Neteweyên Yekbûyî jî çêbûn ji bo ku lêpirsîneke serbixwe di mijara çekên kîmyewî de were kirin, Rûsyayê ew asteng kir."

    DAXUYANIYA MACRONÎ YA RÛSYAYÊ

    Pirsek li ser peyamên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî yên diyaloga li gel Rûsyayê ji Stoltenbergî hat kirin û wî jî wiha bersiv da: "NATO ne li dijî wê ye ku ji aliyê siyasî ve danûstendin li gel Rûsyayê bên kirin. Dibe diyalog bi Rûsyayê re bibe, lê divê di xeta hevpeymaniyeke xurt de be."

    KIRÎNA ÇEKÊN S-400Ê JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE

    Sekreterê Giştî yê NATOyê, bersiva pirsyara kirîna pergala parastina hewayî ya S-400ê ya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî da û got, "biryareke neteweyî ye. Ji aliyê NATOyê ve ev mesele, meseleya karîna entegrekirina pergalê ye."

    "EM Ê LI SER XEBATA LI GEL TIRKIYEYÊ BERDEAM BIN"

    Stoltenberg derbarê civîna xwe ya li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli got, "Em dê li ser xebata li gel Tirkiyeyê berdeam bin."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê amerîkî: DYA li Sûriyeyê nakeve nava çalakiyên ku bi Rûsyayê re were hemberî hev
    'Li dijî êrîşa bi roket a terorîstan, bersiva artêşa Sûriyeyê'
    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
    Etîketan:
    NATO, Nurettin Canikli, Jens Stoltenbergi, Fransa, Amerîka, Îran, Sûriye, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de