07:51 20 Nîsan 2018
    Li Somaliyê êrîş

    Li stadyumê teqîn: 4 kuştî û 10 birîndar

    © REUTERS / Universal TV
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li herêma Şabellaya Jêr a Somaliyê li stadyuma futbolê teqîn pêk hat, di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên herêmî, Cîgirê Waliyê Şabellaya Jêr Abdifatah Haji Abudlle di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Li stadyuma futbolê ya bajarokê Baraweyê di dema pêşbirkê de teqînek pêk hat."

    Abdifatah Haji Abudlle di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama teqînê de werzîşvan jî din av de 4 kesan canê xwe ji dest da û 10 kesên ku alîgir jî di nav de bûn birîndar bûn."

    Li gor daxuyaniya Abudlle êriş ji aliyê rêxistina terorîst a Eş-Şebabê ve hat lidarxistin.

    Herwiha rêxistina terorîst Eş-Şebabê di medyayên nêzîkî xwe de berpirsyariya êrişê girte ser xwe û di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku di teqînê de ji xeyrî leşkerên Ugandayê hinek berpirsên hikûmetê jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Hejmara miriyên êrîşa li Somaliyê derket 28an
    Etîketan:
    Li Somaliyê teqîn, Abdifatah Haji Abudlle, Şabella, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de