08:19 23 Nîsan 2018
    muammer Qedafî

    Jiyana Qedafî dibe rêzefîlm

    © AFP 2018 / JOSEPH EID
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Amazon jiyana Muammer Qedafî dike rêzefîlm. Li gor agahiyan xebatên senaryoyê dest pê kirin.

    Jiyana Muammer Qedafî ku 42 salan serokatiya Libyayê kir û paşî bi lînçkirinê hat kuştin dibe rêzefîlm. Amazon ji bo rêzefîlmê ‘Sandstorm' dest bi amadehiyan kir.

    Di rêzefîlm de wê kurte çîroka Muammer Qedafî û guherîna Libyaya nû were nexşandin. Li gor agahiyan wê nêzî rêzefîlmê Narcos ku jiyana Pablo Escobar kişandibû were çêkirin.

    Li gor nûçeya Halk TVyê senaryoya rêzefîlm ji aliyê Carter Harris hat nivîsandin û derhêneriya rêzefîlm jî wê ji aliyê Mohamed Diab were kirin.

    Qedafî di 1969an de hê di 29 saliya xwe de bi derbeya leşkerî kontrola Libyayê bi dest xist û 42 salan welat birêve bir û piştî şerê navxweyî di sala 2011an de bi lînçkirinê hat kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Pismamê Qedafî: Piştgiriya me ya Sarkozy nayê înkarkirin
    Qedafî namzediya xwe ya Serokatiya Libyayê ragihand
    Mexdûrên êrîşên IRAyê pereyên Qedafî dixwazin
    Kurê Qedafî hat berdan
    Pêşbîniya Qedafî rast derket
    Etîketan:
    Jiyana Qedafî dibe rêzefîlm, Muammer Qedafî, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de