17:37 25 Gulan 2018
Esrar

‘Mişkan 500 kîlo esrar xwar'

© REUTERS / Blair Gable
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Arjantînê 500 kîlo esrara ku teslîmî emanetê kiribûn winda bû. Polîsên ku gotin ‘mişkan 500 kîlo esrar xwar' ji wezîfê hatin dûrxistin.

Sîdekan-Kurdistan
© Sputnik / Osman Başqalî
Li gor nûçeya BBC Tirkî ku dispêre rojnameya Guardianê, 500 kîlo esrara ku teslîmî emanetê kiribûn di kontrola depoyê de derket holê ku winda bûye. Esrara ku windabû ev du sal in di depoya Pilar a Buernosa paytextê Arjantînê de dihat mihefezekirin. Li gor qeydiyan, di depoyê de li şûna 6 ton esrara ku di operasyonan de hatibû desteserkirin 5 ton û 460 kîlo derket.

Hemû guman çûne ser Midûrê Ewlehî ku sala borî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û miqdarê esrara ku hatibû bidestxistin îmze nekiribû Javier Specia. Midûrê nû Emiliyo Portero kêmayî ferq kir û lêpirsîn da vekirin.

Piştî lêpirsînê, Javier Specia û 3 polîs derketin pêşberî dadger û îdîa kirin ku ‘mişkan 500 kîlo esrar xwar'. Herwiha pisporê tiba edlî jî di îfadeya xwe ya dadgehê de gotin ku ne mimkin e ku mişk bikaribin esrarê bixwun, eger esrar hatibe xwarin divê di depoyê de gelek mişkên mirî hebin.

Di 4ê Gulanê de wê çar polîsên din ji bo windabûna esrarê îfadeyê bidin dadgehê.

Bi heman mijarî:

Pezê ku esrar xwar gund serûbino kir
Di sobê de esrar şewitandin û serxweş bûn
Malpera danûstendinê Amazonê bi şaşî 30 kîlo esrar şande kiryarekî xwe
Meleyê ku 38 kîlo esrar pê re hat girtin 5 sal û 5 meh cezayê hepsê xwar
Meleyê mizgeftê bi 9 kîlo esrar re hat girtin
Etîketan:
Li Arjantînê mişkan 500 kîlo esrar xwar, Buernos, Arjantîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de