17:13 24 Nîsan 2018
    Ilhan Aliyev

    Li Azerbeycanê cardin Ilham Aliyev hat hilbijartin

    Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di hilbijartinên Serokkomariyê yên Azerbeycanê de li gorî encamên ne fermî Ilham Aliyev bi ji sedî 86.09 denagan cardin bû serokkomar.

    Serokê komîsyaona navendî ya hilbijartinên Ezerbeycanê (AMSK) Mezahir Penahov daxuyaniyeke papemeniyê da. Penahov ragihand ku Aliyev bi hi sedî 86.09ê dengan cardin hat hilbijartin.
    Penahov di derbarê encama hilbijartînê de van hûrguliyan parve kir: Namzetê Partiya Cepheya Gel ya Yekîtiya Ezerbeycanê Kudret Hasanguliyev ji sedî 3.4ê dengan stend û bû duyemîn, namzetê serbixwe Zahid Oruç jî ji sedî 3.07ê dengan stend û bû sêyemîn. Beşdarbûna gel ya hilbijartinan ji sedî 74.51 bû.

    Hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdigan bi rêya telefonê li Aliyev geriyaye û ji ber serketinê wî pîroz kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên Îran, Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistanê li Bakuyê dicivin
    Di xeta Azerbeycan û Ermenistanê de şer: Leşkerek hat kuştin
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Azerbeycan her dem bi hev re bin"
    Aliyev: Azerbeycan bi Rûsyayê re bazara çekan dike
    Azerbeycan: Agirbesta li Qerebaxê hat binpêkirin
    Etîketan:
    serokkomar, hilbijartin, Azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de