07:43 24 Nîsan 2018
    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê

    'Di 500 nexweşên li Dûmayê de nîşaneyên jahrîkirina kîmyewî hat tespîtkirin'

    © Sputnik / Fabrice COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) îdiaya êrîşa bi kîmhyewî ya li Dûmayê şermezar kir û da zanîn ku di laşê 500 nexweşan de nîşaneyên jahrîkirina kîmyewî hatiye tespîtkirin.

    Di daxuyaniya ji aliyê WHOyê hat kirin de ji bo kesên ku ji jahrîkirina bi kîmyewî bandordar bûne bên dermankirin divê ragihandinek bê asteng pêk were. Di daxuyaniya li ser navê Cîgirê Midurê WHOyê Peter Salama hat kirin de wiha hat gotin, "Li gor daneyên partnerê Health Clusterê, piştî êrîşa ku roja şemiyê li Dûmayê hat lidarxistin di 500 kesî de nîşaneya jahrîkrina kîmyewî hatiye tespîtkirin."

    ​WHO jî di nav de pêwendiyên saziyên alîkariyê yên girêdayî NY bi Dûmayê û Xûtaya Rojhilat re tuneye. Li gor çavkaniyên heremî yên WHOyê ji 70 kesên ku li Dûmayê mirin e di laşê 43 kesan de nîşaneya jahrîkirina kîmyewî hatiye tespîtkirin.

    DYA û dewletên rojavayî ji îdiayên êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê hikumeta Sûriyeyê berpirsyar girtbûn. Hikumeta Sûriyeyê jî hemû îdia red kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
    Etîketan:
    Dûma, Çekên kîmyewî, êrîş, çek, WHO, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de