18:44 20 Gulan 2018
    Alkol

    Tenê li bajarekî 100 kes ji alkola sexte canê xwe ji dest dan

    © REUTERS / TIMOTHY A. CLARY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandi ku li bajarê Cakarta yê Endonezyayê di nava mehekê de zêdetirî 100 kesî ji ber araka (alkol) sexte canê xwe ji dest da.

    Li gor daxuyaniya polîsê Endonezyayê, tenê li Cakartaya paytext di nava mehekê de zêdetirî 100 kesî ji ber araka sexte canê xwe ji dest da û li herêmaCava Rojava û Kalîmantana Rokjhilat jî gelek kes ji ber araka sexte rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan pir cidî ye.

    Hêzên ewlehî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku metirsî heye hejmara miriyan zêde bibe. Li gor daxuyaniya şefê polîsan Muhammed Syafruddin mirî zêdetir li herêma Cava Rojava ya Cakartayê pêk hatine û got: "Ev rewşeke awarte ye û hejmara miriyan ji hefteya borî ve her diçe zêdetir dibe. Eger wiha dewam bike gel wê zirareke mezin jê bibîne."

    Muhammed Syafruddin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hilberîna araka derqanûnî divê bi temamî ji holê rabe û hikûmet alîkariya me bike. Operasyona polîsan a li hemberî kesên ku têkiliya wan bi meseleye re heye dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Girava seks û alkola bêsînor li Kolombiyayê
    Alkol çawa me û derûniya me diguherîne?
    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol teqîn: 6 birîndar
    Li İraqê alkol hate qedexekirin
    Etîketan:
    Li Endonezyayê zêdetirî sed kesî ji alkola sexte mirin, Cakarta, Endonezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de