17:38 22 Nîsan 2018
    Girtîgeh / Zindan

    Li girtîgehê hewldana firarê: 21 kuştî û ger bi dehan jî birîndar

    © Sputnik / Ivan Rudnev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li girtîgeheke eyaleta Para ya Brezîlyayê di navbera mehkûmên ku dixwestin firar bikin û hêzên ewlehî de şer derket. Li gor amareyên destpêkê 21 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

    Sekreteriya Parastina Civak û Ewlehiya Gelemperî ya Eyaleta Parayê (SEGUP) di daxuyaniya xwe de ragihand ku grûbeke çekdar ku dixwest bi komî mehkûman ji girtîgeha Santa Îzabel birevîne hewl da ku dîwarê girtîgehê bi teqemeniyê hilweşîne.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku hinek mehkûmên ku çek ji xwe re peyde kiribûn jî piştgirî dan grûba çekdar û di navbera mehkûm û hêzên ewlehî de şer derket, li gor amareyên destpêkê yek jê gardiyan 21 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, hejmara kuştî û birîndaran gelekî zêdetir e û 5 gardiyanên ku di pevçûnê de birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyê û rewşa yekî ji wan pir giran e.

    Li girtîgeha Santa Îzabel a Brezîlyayê 3 hezar û 400 mehkûm dimînin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Li girtîgehê îsyan derket: 6 kuştî û 20 birîndar
    Etîketan:
    Sekreteriya Parastina Civak û Ewlehiya Gelemperî ya Eyaleta Paraya Brezîlyayê, Para, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de