07:01 18 Hezîran 2018
Çîn

Çîn ji bo Sûriyê hişyarî da: Em li hemberê tehdîdên bikaranîna hêz ê li hember Sûriyê ne

© AFP 2018 /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî îdiayên ku rejima ‘Sûriyê li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyevî bi kar aniye’ Trump gefa êrişê li Sûriyê xwar. Çîn ragihand ku “em li hember tehdîdên bikaranîna hêzan in.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Geng Şuang di birîfînga çapemeniyê de anî ziman ku "Çîn li hember tehdîdên bikaranîna hêz e." Şuang di derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyevî de da zanîn ku: Bêyî lêpirsîneke berfireh û bêalî, divê tu alî di derbarê encaman de neaxivin û biryarê nedin. Lewra bi metodên leşkerî em nagihijin tu encamekê.

‘MERKEL: DIYAR E KU ÇEKÊN KÎMYEVÎ HATIYE BIKARANÎN'
Serokwezîra Dewleta Almanyayê Angela Merkel li Almanyayê di civîna bi Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko re de li ser îdiayên çekên kîmyevî axivî. Merkel: Bi awayek eşkere dixuye ku li Xutaya Rojhilat çekên kîmyevî hatine bi kar anîn. Dibe ku cardin bi awayek hûrgulî li ser buyerê lêkolîn bê kirin, lê dîsa jî ev nabe asteng ku em buyerê şermezar bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
‘Li Xûtaya Rojhilat 36 xwekuj hatin desteserkirin’
Rûsya: 6 hezar û 500 milîtan ji Xûtaya Rojhilat tehliyeyî Idlibê bûn
Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat 9.670 jê milîtan 130.117 sivîl derketin
Etîketan:
kîmyevî, amerîka, Sûriye, ÇîN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de