21:47 25 Gulan 2018
Êrîşên hevpeymanê li ser Yemenê

Balafiran vê carê avahiyeke sivîl hedef girt: Ji heman malbatê 13 kes hatin kuştin

© AP Photo / Hani Mohammed
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Balafirên şer ê Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dikeli bajarê Taîz ê Yemenê avahiyeke sivîl hedef girt. Di êrişê de ji heman malbatê 13 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest, balafirên şer ê Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike li herêma Khadir a bajarê Taîzê avahiyeke sivîlan kir armanc. Di encama êrişa hewayî de ji heman malbatê 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor televîzyona el-Mesireyê ku dispêre şahidekî bûyerê, di êrişa balafirên şer ê koalîsyonê de li herêma Razeh û Berkana bajarê Saadê de yek jê zarok 3 sivîl hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. Di encama êrişa top û hawanan a Razehê de jî yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Bi heman mijarî:

Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
Li ser sînorê Yemenê 5 leşkerên Erebistana Siûdî hatin kuştin
Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne
Rûsyayê pêşnûmaya Yemenê ya li KENYyê veto kir
Etîketan:
Koalîsyona erebî, Taîz, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de