22:13 19 Nîsan 2018
    Afganistan

    Milîtanan bi çekên giran êrişî qereqolê kirin: 6 polîs hatin kuştin û 3 jê birîndar bûn

    © AP Photo / Rahmat Gul
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina Talîbanê li bajarê Sarî Pul bi çekên giran êrişî qereqola polîsan kirin, di encama êrişê de 6 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

    Midûrê Ewlehî yê bajarê Sarî Pulê Esedullah Hebîbî di axaftina xwe de ragihand ku milîtanên rêxistina Talîbanê bi çekên giran êrişî qereqola polîsan a gundê Saîd Abada bajarê Sarî Pulê kirin.

    TALÎBAN: ME QEREQOL BI DEST XIST

    Esedullah Hebîbî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di encama êrişa li hemberî qereqolê de 6 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Piştî bûyerê hêzên teqwiye hatin şandin û milîtanên rêxistinê ji herêmê hatin derxistin."

    Herwiha rêxistina Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên wan kontrola qereqolê bi dest xistine.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
    ‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Etîketan:
    Midûrê Ewlehî yê bajarê Sarî Pulê, Rêxistina Talîbanê, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de