15:47 22 Nîsan 2018
    Otobus

    Otobusa werzîşvan û kemyon li hev qelibîn: 14 mirî û 14 birîndar

    © AFP 2018 / JIJI PRESS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Kanadayê otobusa werzîşvanên taximê hokeya qeşayê û kemyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 14 kes mirin û 14 jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên medyaya herêmî ku dispêrên çavkaniyên ewlehî yên kanadayî, otobusa ku werzîşvanên taximê Humboldt Broncos yê hokeya qeşayê têde bûn li bajarê Tisdale yê eyaleta Saskatchewanê bi kemyonekê re li hev qelibîn.

    Li gor zanyariyan, di otobusa werzîşvanan de 28 kes hebûn û di encama qezayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran 14 kes jî birîndar bûn.

    Piştî bûyera qezaya trafîkê Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek weşand, ji bo xizmên mirî sersaxî xwest û got: "Ez nikarim texmîn bikim bê malbatên kesên mirî di çi rewşê de ne. Dilê min bi we re ye."

    Bi heman mijarî:

    Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişîne
    Kanada hêzeke nû dişîne Herêma Kurdistanê
    Kanada çekan dikire ta ku ji Pêşmergeyan re bişîne
    Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
    Kanada: Ji bo agirbesta li Sûriyeyê divê jet dakevin erdê
    Etîketan:
    Li Kanadayê Kezaya trafîkê, Justin Trudeau, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de