06:29 27 Gulan 2018
Camî - Nimêj - Îslam

Serokomar biryara girtina 6 hezar dêr û mizgeftan erê kir

© REUTERS / Murad Sezer
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Serokomarê Ruandayê Paul Kagame biryara girtina zêdetirî 100 mizgeft û 6 hezar dêrên ku nêzîkî 700 ji wan li Kigaliya paytextin îmze kir.

Li gor çavkaniyên herêmî Serokomarê Ruandayê Paul Kagame, bi, sedema ku hejmara wan gelekî zêde ye û ji xeyrî xizmetên îbadetê têne bikaranîn biryara girtina zêdetirî 6 hezar dêr û mizgeftê da. Ji van dêran nêzîkî 700 jê li Kigaliya paytextin.

‘XWENDINA AZANÊ QEDEXE YE'

Paul Kagame piştî biryara girtinê di axaftina xwe de got: "Hejmara bîrên avê û febriqeyan weke van heye? Bawer nakim. Rewşa ekonomîk a welat nikare aboriya van hemû dêr û mizgeftan ragire. Encex welatên pêşketî dikarin aboriya van hilgirin. Di girtinê de me faktora ewlehiyê jî li ber çavan girt."

Rêvebiriya Ruandayê ji ber ‘çepeliya deng' li Kigaliya paytextê xwendina azanê ji hoparlorê qedexe kiriye.

Bi heman mijarî:

'Fîrmaya înşaatê ji karkerên xwe re axaftina zimanê dayîkê qedexe kir'
Li 37 gund û mezrayên Amedê qedexe hat ragihandin
Longyearbyen, bajarê ku mirin lê qedexe ye
'Hollande dê bang bike ku li Efrînê herêmeke ji firînê re qedexe were sepandin'
Siûdî hemû rêzefîlmên tirk qedexe kirin
Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat derketina derve qedexe kirin
Etîketan:
Ruandayê zêdetirî 6 hezar dêr û camî girtin, Paul Kagam, Ruanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de