22:18 19 Nîsan 2018
    Sînorê Rûsay - Norwecê

    Alarma şaş a sîrenê bû sedema panîka şerê bi Rûsyayê re

    © AFP 2018 / CORNELIUS POPPE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alarma şaş a ku li bajarê bakurê Norwecê yê sînorê Rûsyayê Vadsøyê lêda, di nav gel debû sedema tirs û panîka şerê bi Rûsyayê re.

    Li gor nûçeya NRKyê 6ê Nîsanê li demjimêr 23.50 li bajarê Vadsøyê bi qasî 15 xulekan alarm lêda.

    Hat ragihandin ku şêniyên bajêr ketine tirs û xofa ku bi cîranê wan ê rojhilat re şer derketiye.

    Polîsê bi navê Jan-Oleg Schelberg li ser alarma şaş got ku hîn diyar nebûye bê çima sîrenê lê daye, lê di nav xelkê de bûye sedema tirsê û gelek gilî ji wan re hatine.

    NRKê diyar kir ku li bajarê Vadsø çend sîren hene, lê yekê ji wan bi şaşî lê daye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li ser kêlikên gorên PKKyiyan ên rûxandî JOH nivîsandin’
    Rûsya: Wê bersiva me ji bo dorpêçên nû yên Amerîkayê gelekî tund be
    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    'Armanca biryara girtina Biro û Elîko veşartina şikestina siyaseta PYDê ye'
    Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
    Etîketan:
    Norwec, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de