17:28 24 Nîsan 2018
    piling

    Jina ciwan ji bo bizina xwe bi piling re şer kir

    © Foto: Machli - The Queen of Tigers
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Hindistanê Jina bi navê Rupali Meshram a 23 salî li eyaleta Maharashtrayê li ser qêrîna bizina xwe derket derve û dît ku piling êrîşî bizina wê kiriye, Meshram bi şivê li piling da û ew qewirand, lê mixabin bizina xwe ji nav lepê piling xellas nekir.

    Li gor nûçeya BBC a tirkî jina bi navê Rupali Meshram dema ku li mala xwe rûniştî bû bi qêrîna bizina xwe derdikeve derve û dibîne ku piling êrîşî bizina wê dike. Meshram bi şiva ku hilda destê xwe li piling da, pêvçûna herduyan demekê ajot, lê pilingê ku dev ji bizinê berneda vê carê êrîşî jina ciwan kir. Jina hîndû bi alîkariya diya xwe ji nav lepê piling filitî.

    Rupali Meshram û diya wê di bûyera hefteya borî de ku qewimî bû sivik brîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

    ​Herdû jinan ji bo xellaskirina bizinê têkoşiyan lê mixabin bizina xwe xellasnekirin. Doktorê ku Rupali Meshram û diya wê dermankir ji ber têkoşînê herdû jin pîroz kirin û eşkere kir, ji ber ku sax ji bûyerê filîtîne bi siûdin.

    Meshram di bûyerê de ji serê xwe, nava xwe, çîpên xwe û ji desten xwe brîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Şerê di navbera hirç û şêr de
    Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
    Netanyahu bersiv da Îranê: "Em piling in"
    Piling ji tirsan kete erdê
    Etîketan:
    Dermankirin, Lep, Bizin, Bûyer, Piling, BBC, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de