09:42 20 Nîsan 2018
    NATO Genel Sekreteri Jens Stoltenberg

    NATO: Em şerekî nû yê sar naxwazin

    © REUTERS / Eric Vidal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku polîtîkayên agresîf ê Rûsyayê dibin sedema bêaramiyê û em şerekî nû yê sar naxwazin.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo pêwendiyên fermî serdana Ottawaya paytextê Kanadayê kir. Stoltenberg di axaftina xwe ya konferansa Navenda Xebatên Polîtîkayên Navneteweyî ya Zanîngeha Ottawayê de got: "Polîtîkayên agresîf ê Rûsyayê dibin sedema bêaramiyê. Em şerekî nû yê sar û pêşbirkeke çekî ya nû naxwazin."

    Jen Stoltenberg di berdewamiya axaftina xwe de got: "NATO ji bo ku li gor rewşê helwesta xwe diguherînê tifaqa leşkerî ya herî serkeftî ye. Şerê sar bêyî guleyekê jî berde qezenç kir. Pêşveçûnên navneteweyî pêwistî bi NATOyê kir û Afganistan ji bo vê mînak e."

    Stoltenberg di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em pêşbirkeke çekan a nû naxwazin û li ser bersivdayinê rawestiyane. Em şerekî nû yê sar naxwazin. Ji bo têkiliyên baştir ê bi Rûsyayê re em ê bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: Em dê hejmara dîplomatên rûsî li NATOyê ji 30î daxine 20an
    Holanda: ‘Me xwest ji bo Efrînê Tirkiyê şermezar bikin, lê ji YE û NATOyê piştgirî nehat’
    Osê: Piştî Efrînê, qonaxa duyem dê bi piştgiriya NATOyê dewam bike
    Ji NATOyê hişyariya Efrînê bo Tirkiyeyê: Sînordar bikin
    Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
    Fermandarê YPGê: Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne
    Etîketan:
    NATO, Jens Stoltenberg, Rûsya, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de