07:26 24 Nîsan 2018
    Facebook

    Facebookê agahiyên 87 milyon kesan bê ûsûl bikar anî

    CC0
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Facebookê ragihand ku di skandala bikaranîna daneyên bikarhênerên Facebookê de ji aliyê şirketa Cambridge Analyticayê ve agahiyên 87 milyon kesan hatine bikaranîn.

    Berî niha li ser îdiayên bikaranîna bê destûr a daneyên bikarhênerên Facebookê Christopher Wylie ragihandibû ku daneyên 50 milyon kesan hatine bikaranîn.

    Lê belê Facebookê bi xwe ragihand ku kesên daneyên wan hatine bikaranîn nêzîkî 87 milyon kes in.

    Ev daxuyanî piştî diyarbûna derketina pêşberî Komisyona Bazirganî ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ya damezirîner û CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg tê ku 11ê Nîsanê îfadeyê dide.

    Şirketa Cambridge Analytica di hilbijartinên seroktiyê de bi tîma helmeta Trump re kar kiribû.

    Facebooka ku nêzîkî 2 milyar bikarhênerên wê hene, di helmetên hilbijartinan de ji aliyê gelek welat û aliyên siyasî ve tê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    Etîketan:
    Facebook, Amerîka, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de