17:26 25 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong Ho

    Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri serdana Çînê, Azerbeycanê û Rûsyayê dike

    © AP Photo / Mark Schiefelbein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho ji bo serdana Çînê bike ji welatê xwe veqetiya. Wezîrê Koreya Bakurî piştî Çînê dê serdana Azerbeycan û Rûsyayê jî bike.

    Li gorî zanyariyên ajansa Koreya Bakurî Yonhapê Wezîrê Derve yê Koreya Bakurî Ri piştî serdana xwe ya Çînê roja pêncşemê an jî înê serdana paytexta Azerbaycanê Bakuyê dike.

    Wezîrê navhatî li Bakuyê dê tevlî civîna ‘Tevgera Serbixweyan' (NAM) bibe. Wezîr Ri paşê dê serdana welatê Rûsyayê bike.

    Derbarê mijarê Serokê Koreya Bakurî Pyongyang hêj tu daxuyanî nedane lê demek berê wezareta rûsî dabu xuyakirin ku wezîrê derve yê Koreya Bakurî ji bo serdanê amadekariyan dike.

    Pispor diyar dikin ku armanca serdana Ri ya bo Rûsyayê û serdana Serokê Koreya Bakurî Kim Jong-un ya bo Çînê beriya serdana Amerîkayê bi mebesta piştgiriyê têne kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em hevdîtinên di navbera Serokê Koreya Bakur û Çînê bi erênî pêşwazî dikin
    Koreya Başûr pêşniyaza hevdînê li Koreya Bakur kir
    Serokê Koreya Bakur Kîm di yekem serdana derve de bi serokê Çînê Şî re civiya
    'Berî hevdîtina li gel Koreya Bakur, Trumpî xwest ekîpeke nû dava bike'
    Serokê Çînê: Em piştgiriyê didin hevdîtina Amerîka û Koreya Bakur
    Koreya Bakur li dijî Tirkiyeyê êrîşa sîberê kir
    Etîketan:
    Dîplmasî, Serdan, Wezîrê Derve yê Koreya Bakur, NAM, Ri Yong Ho, Rûsya, Azerbayca, Çîn, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de