19:28 20 Nîsan 2018
    Hindistan

    Li Hindistanê serhildana Dalîtan: 9 kuştî

    © AP Photo / Rafiq Maqbool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dalîtên Hindistanê ku di asta herî jêr a sîstema kastê de ne û wek ‘kesên destnedayî' têne zanîn bi îdîaya ku mafê wan tê astengkirin li seranserê welat çalekî li dar xistin.

    Dalîtên Hindistanê ku di asta herî jêr a sîstema kastê de ne û wek ‘kesên destnedayî' têne zanîn bi îdîaya ku mafê wan tê astengkirin li ser biryara Dadgeha Bilind li seranserê welat çalekî li dar xistin. Di bûyerên çalekiyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeya India Todayê, li eyaletên Hindistanê yên Uttar Pradeş, Pencap, Madhya Pradeş, Racastan, Uttarakhand, Bihar, Carkhand û Odişayê bûyerên tundûtujî û çalekiyên qundaxkirinê pêk hatin. Hikûmeta federal ji bo rê li ber bûyerên Uttar Pradeştê bigre 800 polîs wezîfedar kir.

    Di pevçûnên Madhya Pradeştê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li hinek herêmên eyaletê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Herwiha li bajarê Alwar ê Racastanê jî kesek hat kuştin û li bajarên Jaypur, Acmer, Udaygur û Jodgpurê bûyerên gelek tund qewimîn.

    Bi heman mijarî:

    Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
    Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
    Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
    Li Hindistanê avahî hilweşiya: 7 mirî 16 jî birîndar
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Etîketan:
    Li Hindistanê serhildan, Uttar Pradeş, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de