03:14 23 Nîsan 2018
    Afganistan

    Di êrişa hewayî de 9 jê fermandar 30 milîtan hatin kuştin

    © AP Photo / Rahmat Gul
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku balafirên şer li bakurê Afganistanê êrişeke hewayî li dijî kampeke perwerde ya rêxistina Talîbanê li dar xist.

    Li gor daxuyaniya berpirsekî afganî, di êrişa hewayî de 30 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lê li gor daxuyaniya Talîbanê di dema merasîma mezûnbûnê de dibistaneke olî hatiye bombekirin 3u bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest daye.

    Hê jî nayê zanîn bê daxuyaniya kîjan alî rast e. Çend zarokên ku birîndar bibûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke nêzî bûyere û ev jî êrişa li hemberî sivîlan serast dike. Herwiha berdevkê Wezareta Parastin a Afganistanê Muhammed Radmanîş di axaftina xwe de ragihand ku di êrişa hewayî ya hêrêma Daştî Arçhî ya bajarê Kunduzê de 9 jê fermandar 30 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

    Ji aliyê din ve rêxistina Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di êrişa hewayî de medreseyek hedef hat girtin û di encama êrişê de zêdetirî 100 kesên ku ji alim, şagirt û sivîlan pêk dihat jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Rêxistina Talîbanê, Wezareta Parastin a Afganistanê, Kunduz, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de