06:19 21 Gulan 2018
    Madikizela Mandela

    Hevsera Nelson Mandela jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS / Siphiwe Sibeko/File Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevsera serokê efsanewî yê Efrîqeya Başûr Nelson Mandelayî Madikizela Mandela di 81 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.

    Berdevkê malbata Mandela Victor Dlmanini di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku Madikizela Mandela ji serê salê ve tekoşîna nexweşiyê dikir, lê mixabin jiyana xwe ji dest da.

    Madikizela Mandela di sala 1964an de dema Nelson Mandela bi tohmeta rûxandina hikûmetê rastî cezayê girtîgehê hat, ji bo hevserê were berdan kampanyayên mezin li dar xistin û li Efrîqeya Başûr bû yek ji fîgurên dijbera nîjadî.

    Madikizela Mandela di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û li Efrîqeya Başûr wek ‘Dayîka Netewî' dihate binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Nameya Muhamed Alî ku ji Mandela re şandibû 7 hezar 200 sterlînan hat firotin.
    HINDISTAN - Peykerê Mela Mistefa li kêleka Gandî û Mandela tê danîn
    Parêzerê Nelson Mandela bi Hatip Dicle re hevdîtin kir
    Etîketan:
    Madikizela Mandela jiyana xwe ji dest da, Madikizela Mandela, Efrîqeya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de