03:08 23 Nîsan 2018
    Somalî

    Bi du wesayîtên bombekirî êrişî leşkeran kirin: 59 kuştî û gelek birîndar

    © REUTERS / Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a El Şebabê li Somaliyê bi du wesayîtên bombekirî êrişî leşkerên Ugandayî kir, di encama êrişê de 59 leşker hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyan berdest, rêxistina El Şebab bi du wesayîtên bombekirî li pêşberî baregeha hêzên aştîxwaz ên Netewên Yekbûyî ya li bajarê Plamar a Somaliyê êrişî leşkerên ugandayî kir. Di encama teqîna wan otomobîlên bombekirî de 59 serbazên Ugandayê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn, lê hejmara birîndaran bi diristî nehatiye ragihandin.

    Piştî êrişa xwekujî rêxistina terorîst El Şebab berpirsyariya teqînan li xwe girt. Grûpa Elşebab û grûpên weke Elqaîdeyê jî çend bajarên din ên Somaliyê kontrol kirine.

    Hikûmeta navendî ya Somaliyê hikûmeteke lawaz e û tenê kontrol bi ser paytexta welat Mogadîşuyê û çend derverên derdora wê ve heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Li Somaliyê li dijî baregeha leşkerî êriş: 50 kuştî
    Etîketan:
    Li Somaliyê êrişa xwekujî, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de