15:38 22 Nîsan 2018
    Tabut

    Dîktatorê navdar jiyana xwe ji dest da

    © AP Photo / Kamil Zihnioğlu
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Generalê berê Rios Montt ku di sala 1982an de li Guatemalayê bi derbeyeke leşkerî dest danîbû ser rêvebiriyê di 91 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.

    Parêzerê dîktator Jose Efrain Rios Montt Jaime Hernandez di daxuyaniya xwe xwe de ragihand ku îro berê sibehê Montt ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

    Jose Efrain Rios Montt di dema dîktatoriya xwe de bi sedema ku fermana kuştina hezar û 700 niştecihên Mayayê dabû û bi sûcê karesata însanî di sala 2013an de hatibû darezandin û 80 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn biryara navborî bi sedema xeletiya rêbazê xera kiribû û rêya darezandineke nû vekiribû.

    Li Guatemalayê di şerê navxweyî yê 1960-1996an de niştecihên mayayî rastî gelek zilm û zorê hatin û li gor amareyên nefermî derdora 200 hezar însan jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
    Balefir ket: 2 kes jiyana xwe ji dest da
    Leşkerê ku li Efrînê brîndar bibû jiyana xwe winda kir
    Futbolîstê ku top li sîngê wî ket jiyana xwe ji dest da
    Pêşmergeyekî HDKê dawî li jiyana xwe anî
    Di şewata malê de dayîk û 5 zarok jî di nav de bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Dîktatorê navdar mir, Jose Efrain Rios Montt, Guatemala
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de