06:24 21 Gulan 2018
    goştê berazan

    Di navbera DYA û Çînê de şerê baca gumrikê destpê kir

    © Sputnik / Karl Plume
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê DYAyê Donald Trump di serê meha adarê de ji bo berên pola û alumînyûmê, ku Çîn jî di nav de, ji gellek dewletan tên îthalkirin bac zêdetir kiribû. Li hember vê biryara DYAyê, Çînê jî ji bo goştê beraz û şerabê û bi tevahî jî bo 128 berên ku ji Amerîkayê tên îthalkirin %25 bac zêdetir kir.

    Li gor ajansa Şinhua, dewleta Çînê ji bo 128 berên ku ji Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) tên îthalkirin û bihayê wan 3 mîlyar dolare bac zêdetir kir. Di navbera Çîn û DYAyê de ev demek dirêje nîqaşa ‘şerê bazirganiyê' tê kirin. Rêveberiya Trump di serê meha adarê de ji bo çend berên bazirganiyê ku li dijî ewlehiya Aemrîkayê wek xetere diitît û ji gellek dewletên biyanî tên îthalkirin bac zêdetir kiribû, di nav dewletan de Çîn jî hebû.

    Çînê jî li hember vê biryara Amerîkayê ji bo goştê beraz û şerabê û bi tevahî jî bo 128 berên ku ji Amerîkayê tên îthalkirin %25 bac zêdetir kir.

    Herwiha Wezareta Bazirganiya Çînê destnîşan kir ku ji bo bazirganiya di navbera hedru dewletan bighêje qonaxek asayî, divê DYAyê demildest li gor rêbazên Rêxistina Bazirganiya Cîhanê tevbigire û biryarên xwe paş de vekşînin.

    Bi heman mijarî:

    Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
    Çîn Amerîkayê bi ‘ihmalkirina serweriya xwe’ tewanbar kir
    Çîn bû hîsedarê şîrketa Rosneftê ya rûsî
    Çîn: Ger di navbera me û Amerîkayê de şer biqewime, em ê bersiva pêwîst bidin
    Etîketan:
    Şerê Bazirganiyê, Gumrik, Bazirganî, Bac, Şinhua, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de