04:57 21 Nîsan 2018
    Çekdar

    Li sînor di navbera hêzên ewlehî û milîsan de şer: 7 kuştî

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li sînorê Venezula yê Kolombiyayê li eyaleta Tachirayê di navbera hêzên ewlehî û milîsan de şer derket, di encama pevçûnan de 7 milîs hatin kuştin.

    Wezîrê Çandinî yê Venezuelayê û berpirsê ewlehî yê eyaleta Tachirayê Freddy Bernal ji bo bûyera ku li çoltera bajarê Urenayê pêk hatiye li ser hisabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek parve kir.

    Freddy Bernal di peyama xwe ya medya civakî de got: "Hêzên ewlehî li sînorê Kolombiyayê li hemberî rêxistineke sûcî ya narkotrafîkî operasyoneke çekdarî li dar xist. Di encama operasyonê de 2 jê jin 7 milîsên endamên Parastvanên Gaitanist ê Kolombiyayê (AGC) û Clan del Golfoyê hatin kuştin."

    Li gor daxuyaniya Bernal di operasyonê de 3 wesayît, motorsikletek û 7 çekên lûledirêj hatine desteserkirin û dê operasyona hêzên ewlehî li herêmê bidome.

    Bi heman mijarî:

    Piştî peymana aştiyê li Kolombiyayê FARC dîkeve parlamentoyê
    Girava seks û alkola bêsînor li Kolombiyayê
    Bilançoya miriyên lehiya Kolombiyayê diyar bû: 370 mirî
    Li Kolombiyayê hezaz: 17 mirî
    Li Kolombiyayê hejmara miriyên bûyera lehiyê gihîşte 293an
    Hezaz li Kolombiyayê: 112 mirî
    Etîketan:
    Wezîrê Çandinî yê Venezuelayê û berpirsê ewlehî yê eyaleta Tachiray, Freddy Bernal, Kolombiya, Venezuela
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de