20:01 19 Nîsan 2018
    Avahî hilweşiya

    Otela 100 salî ji ber qezaya otomobîlê herifi: 10 mirî û 2 birîndar

    © AP Photo / Sayyid Abdul Azim
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Indore yê eyaleta Madhya Pradesha Hindistanê otomobîlek li otela 100 salî qelibî, otel ji ber lêdana otomobîlê herifî. Di bûyerê 10 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.

    Sermifetişê polîsê herêmê Harinarayanchari Mishra di axaftina xwe de got: "Ajovanê otomobîlê serweriya xwe ya direksiyon winda dike û li stûnê avahiyeke 100 salî ku wek otel tê bikaranîn diqelibe."

    Harinarayanchari Mishra di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hingî derbaya lêdanê dijwar bû avahiya otelê hilweşiya. Hêzên lêkolîn û rizgarkirinê 12 kes ji bin enqazê deranîn, 10 mirîbûn û jî bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin." Li gor daxuyaniya berpirsê polîs piraniya kesên mirî xebatkarên otelê ne.

    Li Hindistanê gelek bûyerên hilweşandina avahiyan diqewimin û di meha îlonê de li bajarê Mumbaiyê avahiyeke hilweşiyabû û di encamê de 30 hemwelati jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
    Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
    Li Hindistanê avahî hilweşiya: 7 mirî 16 jî birîndar
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Li Hindistanê lehî: 700 kes mirin
    Etîketan:
    Li Hindistanê otel hilweşiya, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de