17:21 20 Nîsan 2018
    DAIŞ

    8 milîtanên ku amadehiya çalekiyan dikirin hatin desteserkirin

    © Sputnik / Dmitriy Vinogradov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Fasê di operasyona rêxistina terorîst a DAIŞê 8 kesên ku amadehiya çalekiyan dikirin hatin desteserkirin.

    Ala Amerîkayê
    © Foto : East News/ UPI Photo / eyevine
    Wezareta Navxweyî ya Fasê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku tîmên tekoşîna dijteror ên girêdayî dezgehê îstîxbaratê li Tanca û Vadî Zemê operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de 8 gumanbarên ku di hicreyên DAIŞê de fealiyet dikirin hatin desteserkirin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku gumanbarên DAIŞî ku hatine desteserkirin temenê wan di navbera 21 û 31 salî de ne û li seranserê welat amadehiya çalekiyên terorî dikirin.

    Herwiha di meha sibatê de jî di encama operasyona tîmên tekoşîna dijteror ên Mexrîbê de li bajarê Tancayê 6 gumanbarên DAIŞî hatibûn desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fas, di mijara turîstên rûsî de dibe reqîbê Tirkiyeyê
    Fasê peymana xwe ya bi Tirkiyê re rawestand
    Belgefilma ‘Erbîl Evîna Min e' wê li Fasê bê weşandin
    Li Fasê encama fermî ya hilbijartinan hat eşkere kirin
    Fasê bertek nîşanî Amerîkayê da:'Hemû derew in'
    Etîketan:
    DAIŞ, Wezareta Navxweyî ya Fasê, Tanca, Fas
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de