17:46 25 Gulan 2018
Çîn, bazirganî, Şangahayê

Çînê hişyarî da Amerîkayê: Qutiya Pandorayê venekin

© REUTERS / Aly Song
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Çînê hişyariyeke şerê bazirganiyê da Amerîkayê. Wezareta Bazirganiyê ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku "kiryarên bedxwaz ên Amerîkayê dişibin vekirina qutiya Pandorayê. Ev dê li seranserê cîhanê vîrûsa parêzeriya bazirganiyê belav bike."

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî baceke nû ya gumrikê danî ser hinek malên çînî ku digihêje 60 milyar dolarî, Çînê hişyarî da ku dê bi heman awayî bersivê bide.

Rojnameya Chain Daily ya fermî di hejmara xwe ya îro de diyar kir, eger qeyran were kûrkirin, Çîn wek bersiv dê karên bazirganiyê yên Amerîkayê di gelek qadan de bike armanc ku berhemên çandiniyê û madeyên nîv-veguhêz ên otomobîlan di nav wan de ne.

Fasûlî, otomobîl, navgînên hewayî û ekîpmenên pêwendîdar berhemên herî zêde ne ku Çîn difiroşe Amerîkayê û tê teqezkirin ku maliyeta van a par digihêje 40 milyar dolarî.

"DIBE VÎRÛSA PARÊZERIYA BAZIRGANIYÊ BELAV BIKE"

Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Gao Fengî li Pekîna paytextê Çînê civînek bi rê ve bir û diyar kir ku li dijî wê bacê derdikevin a ku bi qasî 60 milyar dolarî ye û Amerîka plan dike li ser Çînê bisepîne û bangî birêveberiya Washingtonê kir ku dest ji parastina bazirganî ya yekalî berde.

Feng got ku "sepanên Amerîkayê yên bedxwaz dişibin vekirina qutiya Pandorayê. Ev metirsiyekê çêdike ku bertekeke li seranserê cîhanê gur bike ku bibe sedema belavbûna vîrûsa parêzeriya bazirganiyê."

"DIVÊ GOTÛBÊJ WEK HEV BIN"

Nêçîrvan Barzanî û Tan Banglin
© Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Herwiha Fengî hêvî kir ku Amerîka kêşeyên xwe yên bazirganiyê yên li gel Pekîn^ebi diyalogê çareser bike û teqez kir ku ji bo parastina berjewendiyên xwe dê hemû gavên pêkan biavêjin.

Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Gao Fengî ev kiryarên birêveberiya Washingtonê li dijî Çînê şiband " hişmendiya şerê sar e û lîstîkek e ku ker tê de bi ser nakeve". Fengî diyar kir, eger herdu alî bi awayekî beramber gotûbêjan bikin dê rewşeke derkeve ku her dû alî dê jê sûdê bigirin û bi metoda hevkariyê çareseriyê peyda bikin û wiha dewam kir: "Divê gotûbêj wekhev bin û Çîn dê ti gotûbejekê qebûl neke ku bi awayekî yekalî tê ferzkirin".

Bi heman mijarî:

Dengdana referandûma serxwebûnê destpê kir: Kurdekî li Çînê dengê xwe da
Moskow: Moşekên THAADê ku Amerîkayê li Korey Başûr bi cih kirine Rûsya û Çînê hedef digre
Alîkarê Pûtînî: Tirkiye dê piştî Çînê pergala S-400î bistîne.
Pêşmerge bi çeka Çînê Abrams ruxand, Amerîka şok bû!
Polîsê Çînê şahiya melekên Victori'a Secretê belav kir
Dewleta Çînê: Em dixwazin têkiliyên xwe bi Kurdistanê re bi pêş bixin
‘Dibe Amerîka li hemberî Rûsyayê û Çînê têk biçe'
Li Çînê hêkên dînozoran yên berî 66 milyon sal hatin dîtin
Etîketan:
Gao Fengî, Donald Trump, Şangahay, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de