08:49 23 Nîsan 2018
    Radyo

    23 radyo bi îdîayek balkêş hatin girtin

    © Sputnik /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Ugandayê bi îdîaya ku sêrbaziyê teşwîq dikin û însanan dixapînin 23 radyoyên îstasyonê girtin.

    Berdevka Komîsyona Pêyvendî ya Ugandayê (UCC) Pamela Ankunda di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "23 radyoyên îstasyonê ji ber weşana reklama sêrbazî û sextekariyê hatin girtin. Eger ev radyo dev ji wê weşana xirab berdin dikarin dîsa lîsansên xwe wergirin."

    Pamela Ankunda di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi dehan radyoyên îstasyonê ku piştgirî û pesnê sêrbaziyê dikin hene. Di van radyoyan de weşanên ku dikarin nexweşên AIDS û pençeşêrê derman bikin diweşînin û însanan dixapînin."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê frekansa radyo bi dest xist û propagandeya xwe kir
    Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin
    Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
    RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
    Etîketan:
    Berdevka Komîsyona Pêyvendî ya Ugandayê (UCC), Pamela Ankunda, Uganda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de