21:27 24 Nîsan 2018
    Venezuela

    Li qereqolê di navbera polîs û girtiyan de şer: 68 kuştî

    © REUTERS / Carlos Eduardo Ramirez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Valenciaya eyaleta Caraboboya Venezuelayê li qereqolekê di navbera polîs û girtiyan de şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de 68 kes hatin kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, li bajarê Valenciaya Venezuelayê li qereqolekê di navbera polîs û girtiyan de şer û pevçûn derket. Li gor amareyên destpêkê di encama pevçûnan de herî kêm 68 kes hatin kuştin.

    Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Serdozger Tarek William Saab di peyama xwe ya Twitterê de ragihand ku ofîsa dozgeriyê ji bo vê bûyera karesat ku bi dehan malbat di nava êş û kederê de hiştin zelal lêpirsîna xwe didomîne.

    Berpirsê hikûmetê Îsa Santander jî di axaftina xwe de got: "Hikûmetê pşitî bûyerê bakarê Valenciaya eyaleta Caraboboyê şîn ragihand. Bijîşk li ser zelalkirina hejmara kuştiyan dixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Rosneft, dê li Venezuelayê du qadên gaza xwezayî bide şixulandin
    Li Venezuelayê serokê hereketa xwendevanan hat kuştin
    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Li Venezuelayê helîkoptera leşkerî winda bû
    Etîketan:
    Li Venezuelayê şer, Valencia, Venezuela
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de