07:51 20 Nîsan 2018
    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un - Serokê Çînê Şi Cinping

    Rûsya: Em hevdîtinên di navbera Serokê Koreya Bakur û Çînê bi erênî pêşwazî dikin

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat gotin, "Moskowa hevdîtinên di navbera Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong un bi erênî pêşwazî dike."

    Wezareta Derve ya Rûsyayê hevdîtina Şi û Kim weke gavekê erênî nirxand.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Em hevdîtinên di navbera serokê Koreya Bakur û Çînê bi erênî pêşwazî dikin. Ev hevdîtin ji bo rûdanên van demên dawiyê li nîvgirava Koreyê gavekê erênî ye."

    Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin: "Moskowa ji bo pêşdebirina hevkariyê bi Çînê û di warê çareserkirina pirsgirêkan de ji bo diyalogê amade ye."

    ‘ANIHA JI BO HEVDÎTINA PÛTÎN Û KÎM DE TU PLAN TUNE NE'

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî pirsên rojnamevanan bersivandin û got ji bo hevdîtina Pûtîn û Kîm aniha tu plan tune ne.'

    Hêjayî gotinê ye ku Kîm Jong-un di navbera 25-28ê Adarê de serdan Çînê kir. Di dema serdanê de di navbera herdu serokan de hevdîtinek pêk hat.

    Bi heman mijarî:

    Serokê dewleta Çînê Şi, bo heyama duyem carek din hat bijartin
    Pûtîn li Kremlînê hevdîtina bi Şi Cinping re hevdîtin pêk tîne
    Şi berî serdana xwe ya Moskowê axivî: Em di dewra herî baş de ne
    Trump ji bo hevdîtina bi Kim Jong Un re şertê xwe eşkere kir
    Lavrov: Rêkeftina hevdîtinê ya Trump û Kim Jong-un gaveke baş e
    Pûtîn: Vê raundê Kim Jong-un bi ser ket
    Etîketan:
    Serdan Kîm Jong un Bo Çînê, Peywendiyên Çînê û Koreya Bakur, Hevdîtin, hevdîtin, Şi Cinping, Kim Jong-un, Koreya Bakur, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de