17:27 24 Nîsan 2018
    Jacinda Ardern

    Serokwezîra Zelandaya Nû: Me casûsên rûs nedîtin ku wan dersînor bikin

    © REUTERS / David Gray
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bîst û çar dewletan bi behaneya 'bûyera Skrîpalî' li gel tawanbarkirina ku 'casûsên rûs' bêtirî 100 dîplomatên rûs dersînor kirin lê Zelandaya Nû tev li wan nebû. Serokwezîrê daxuyaniyeke îronîk da û got: Em dixwazin tev li biryara hevpar bibin lê em ti casûsê rûs nabînin ku dersînor bikin."

    Cîhana rojavayî 'mezintirîn helmeta dersînorkirina dîplomatên rûs a dîrokê' bi rê ve dibin lê Serokwezîrê Zelandaya Nû Jacinda Ardern û Wezîrê Derve yê wî welatî Winston Peters daxuyaniyên balkêş dan.

    "EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÇALAKIYA NAVNETEWEYÎ'

    Ardern û Peters got, "em êrîşî şermezar dikin û piştgiriyê didin çalakiya navdewletî, me bangî balyozê Rûsyayê bo wezareta derve kir û me nîgeraniyên xwe ragihandin. Lê li Zelandaya Nû ti ajanekî îstîxbaratê ê rûs tine ku bê dersînorkirin."

    'TI KESEKÎ LI GORÎ PROFÎLÊ TINE'

    Arderna ku sala 2017an 37 salî bû û wê demê bûbû Serokwezîrê Zelandaya Nû ku wek jin herî ciwan a ku bûye seroka hikûmetê li dinyayê hatibû nasîn derbarê mijarê de wiha axift:

    'Li gel ku welatên din bêyî ku diyar bikin bê ew îstîxbaratkarên rûs ajan in jî ragihandiye ku dê wan dersînor bikin, rayedarên li vê derê hişyarî da ku ti kesekî li gorî vê profîlê tin ey. Hebûya, me yê jî gav biavêta."

    The Grand Kremlin Palace
    © Sputnik / Alexey Druzginin/Anton Denisov/Russian Presidential Press Office
    BÛYERA SKRÎPALÎ ÇI BÛ?

    Ajanê îstîxbarata leşkerî yê rûs ê berê Sergey Skripal ku ji ber agahî firotibûn îstîxbarata Brîtanyayê li Rûsyayê hatibû mehkûmkirin, di pevguhertina casûsan a li gel Amerîkayê di sala 2010an de hatibû berdan û li Brîtanyayê bi cî bûbû di 4ê Adarê de li bajarê Saisburyê li gel qîza xwe hatibû jehrîkirin û hikûmeta brîtanî jî Rûsya tawanbar kiribû. Piştî wê Brîtanyayê bi îdîaya ku Moskow li 'erdê Brîtanyayê gaza sînîran bi kar anîbû û serweriya wan binpê kiribû' 23 dîplomatên rûs dersînor kiribûn û banGî hevbendên xwe kiribû ku piştevaniya wan bikin."

    'REKORA A TRUMPÎ YE'

    Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hejmareke rekor 60 dîplomatên rûs bi tawana 'sîxuriyê' dersînor kiribûn û 23 welatên din jî bi hemarên sembolîk tev li biryarê bûbûn.

    Laurie Bristow
    © REUTERS / David Mdzinarishvili
    AWISTRALYA JÎ BEŞDAR BÛ

    Awistralyaya ku berê mêtîngeha Brîtanyayê bû û endama Civaka Miletên Ingilîzî e, tev li wê pêlê bû.

    'WEKÎ DIN EM DIKARIN ÇI GAVAN BIAVÊJIN, EM DIINERIN'

    Serokwezîrê ji Partiya Karkeran a Zelandaya Nû ku rewşa wê wek Awistralyayê ye, Ardern bi daxuyaniyeke îronîk biryar da ku niha tev li helmetê nebe. Ardern di daxuyaniya xwe de got, "em dinirxînin vê wekî din dikarin çi gavan biavêjin da ku piştgiriyê bidin çalakiya navdewletî ya li dijî êrîşê. Em bi awayekî ku naheje li gel hevparên xwe yên navneteweyî de disekinin di mijara parvekirina nîgeraniyên wan ên têkilîdarî gaza sîniîran a Salisburyê".

    Bi heman mijarî:

    Ji Brîtanyayê derbarê Rûsyayê de îdiayeke nû
    Matviyenko: Beriya hilbijartinê fişareke ecêb li Rûsyayê hat kirin
    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    ‘Beriya hilbijartinan ji derve de li Rûsyayê gelek fişar hatin kirin’
    Wêneyên ji konsera di çarçoveya salvegera Kirimê ku bi Rûsyayê ve hat girêdan
    Etîketan:
    Jacinda Ardern, Donald Trump, Zelandaya Nû, Amerîka, Awistralya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de