17:31 22 Nîsan 2018
    Çekdar

    Rêxistina terorîst êrişî bazarê kir: 5 kuştî û bi dehan birîndar

    © AP Photo / Sunday Alamba
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst a Boko Haramê li Nîjerê bi çekan êrişî bazarê kirin, di encama êrişê de 5 kes hatin kuştin û bi 10an jî sivîl birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, endamên rêxistina terorîst a Boko Haramê li herêma Diffa ya sînorê Nîjerê bi çekan êrişî bazara Tummurê kir. Li gor amareyên destpêkê di êrişê de 5 kes hatin kuştin û bi 10an jî xelkên sivîl birîndar bûn.

    Li gor şahidên bûyerê, milîtanên Boko Haramê piştî ku bi awayê rasthatî gule li xelkê sivîl reşandin bi wesayîtan ji cihê bûyerê reviyan.

    Di meha rebendanê de endamên Boko Haramê li heman cihî dîsa êrişêk çekdarî pêk anî bûn û di êrişê de 7 kes hatibûn kuştin û 17 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    Nijerya: Baregeha sereke ya Boko Haramê hat bidestxistin
    Keçên Çibokê yên ku Boko Haramê ew serbest berdan: Em 40 rojî birçî man
    Boko Haramê vîdeoya keçên Çibokê yên revandî belav kir
    Etîketan:
    Boko Haram, Nîjer
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de