06:09 20 Nîsan 2018
    Çekdar

    Grubên çekdar dîsa bi hev ketin: 10 kuştî û 80 birîndar

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Komara Efrîqeya Navîn (OAC) dîsa di navbera grûbên çekdar de pevçûn derket, di encama pevçûnan jin û zarok jî di nav de 10 kes hatin kuştin.

    Li Komara Efrîqeya Navîn (OAC) dîsa di navbera grûbên çekdar de şer û pevçûn derket, di encama pevçûnan jin û zarok jî di nav de 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kesên ku piraniya wan sivîl bûn birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li herêma Seko ya bajarê Bambarî di navbera milîsên Hereketa Yekîtiya ji bo Gelê Efrîqa (HPC) ku ji Hereketa Selekayê veqetiya bûn û milîsên antîbalaka de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de piraniya wan jin û zarok 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kesî jî birîndar bûn.

    Hereketa Parastina Aştî (MINUSCA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku gengeşiya herêmê 21ê Adarê dest pê kir û di gengeşiyê de mele û keşeyek jiyana xwe ji dest da. Li gor daxuyaniya MINUSCAyê, ji ber pevçûnan gelek avahî hatine şewitandin, şêniyên herêmê ji tirsa terka malê xwe dikin û li herêmê talanê destpêkiriye.

    Bi heman mijarî:

    Kojîn: TSKê li Efrînê çalekiyên sûcî yên grûbên çekdar rawestandin
    Rêxistina çekdar Îsraîl tehdîd kir: Dev ji sûîqesta fermandaran berde
    Li Brukselê polîsan bînayek ku tê de kesên çekdar hene dorpêç kir
    'Li Gutayê hîn jî rewşek xirab heye, komên çekdar destûrê nadin ku sivîl bên tahliyekirin'
    Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
    Kurdistan: Me 4 hezar çekdar girtine
    Li Hatayê îdîaya ‘grûbeke çekdar'
    Yekem êrîşa çekdar a DYAyê
    Etîketan:
    Grûbên çekdar bi hev ketin, Komara Efrîqeya Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de