04:17 20 Nîsan 2018
    Navgîna fezayê

    Navgîna Fezayê roja duşemê dibe ku bikeve ser ruyê erdê, Tirkiye jî di rîskê de ye

    © REUTERS / NASA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di sala 2011an de ji aliyê dewleta Çînê ve istesyona fezayê ya bi navê Tiangong-1 (Qesra Bihûştê) hatibû pekandin. Navgîna ku di 2016an de ji kontrole derketibû ji sala 2013an de bê ezmanger bû.

    Îstesyona bi navê Tiangong-1 (Qesra Bihûştê) 9 ton u 400 kîloye û ji sala 2013an ve bê ezmanger bû. Hikumeta Çînê di 2016an de daxuyand ku istasyona fezayê ji kontrole derketiye. Tê payin ku Tiangong-1 dema bikeve atmosferê bi şewatê wê tune bibe. Lê cardin jî dibe ku perçeyên îstesyonê bikevin ser ruyê erdê.

    Saziya civakî Aerospace Corp ku xebatên fezayê dimeşîne, heremên dibe ku perçeyên Aerospace Tiangong-1 lê bikevin hesap kir. Li gor xebatên saziyê xeta bi rîsk di ser dewleta Tirkiyeyê re jî derbas dibe. Serokê daîreya enkazên fezayê yê Ajansa Fezaya Ewropayê (ESA) Holger Krag daxuyand, "Bi piranî enkazên wisa mezin ji %20 û %40 bê zirardayinê dikevin ser ruyê erdê."

    Li gorî Krag îhtîmala Tiangong-1 ku yekî birîndar bike, biqasî îhtîmala di hundirê salekê de du caran brûsk li yekî bikeve ye. Herwiha tê payin ku enkaza Tiangong-1ê wê bikeve okyanûsê.

    Bi heman mijarî:

    Qabsula feza ya Çînê ceribandina xwe temam kir
    Rûsyayê ji bo nûkirina Baregeha Feza ya Baykonurê peymanên 28 milyon dolarî danîn
    Moşeka pêşî ji baregeha feza ya Vostoçniyê hat pekandin
    Hêza Feza û Hewayî ya Rûsyayê
    Etîketan:
    Ezmanger, Navgîn, Feza, Aerospace Corp, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de