17:40 22 Nîsan 2018
    Somalî

    Li nêzî avahiya parlamento û Wezareta Navxweyî teqîn: 5 kuştî û gelek birîndar

    © REUTERS / Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li payetxtê Mogadîşuyê li nêzî avahiya parlamento û Wezareta Navxweyî teqînek pêk hat, di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor çavkaniyên ewlehî, li paytextê Mogadîşuyê li nêzî avahiyên girîng ê dewletê yên wek parlamento û Wezareta Navxweyî bi wesayîta bombebarkirî êrişeke xwekujî pêk hat.

    Li gor agahiyan, wesayîta bombebarkirî berî bigihîje hedefa xwe di noqteya ewlehî de hat teqandin û li gor amareyên destpêkê di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest û gelek kes jî birîndar bûn.

    Heta niha ti kes an jî rêxistinê berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Li Somaliyê nêzîkî balafirxaneyê teqîn: Gelek mirî hene
    Etîketan:
    Li Mogadîşuyê teqîn, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de