05:56 20 Nîsan 2018
    Giravên Senkaku ku hem Çîn û hem jî Japonya heq li ser îdîa dike

    Çîn Amerîkayê bi ‘ihmalkirina serweriya xwe’ tewanbar kir

    © AP Photo / Emily Wang
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di navbera Çîn û Amerîkayê de di hêla leşkerî de rakêşî derket. Wezareta Çînê ragihand ku “keştiyên Amerîkayê yên leşkerî ketina wan a herêmên taybet yên li behra Çînê, îhlalkirina serweriya me ye.”

    Serokwezîrê Amerîkayê Donalt Trump beriya çendekê di hêla ticaretê de 60 milyar dolar bacê li Çînê zêde kiribû û ev di navbera herdu welatan de bibo sedema rakêşiyê. Îro rakêşiyeke leşkerî jî di navebra Çîn û Amerîkayê derket. Amerîka keştiyên leşkerî şandin herêmên taybet yên Behra Başûr ya Çînê.

    Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Çînê Hua Çunying di derbarê bûyerê de daxuyanî da. Çunying got ku "ketina keştiyên Amerkayê yên cihên taybet, ihlalkiran serweriya Çînê ye, em dixwazin ku Amerîka ji tevgerên ku serweriya me binpê dike derhal ji pa re gav bavêje û cardin tevgerên wiha provakatîf neke.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike
    ‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'
    Balyozê berê yê Amerîkayê: Amerîka ne mecbûr e her daxwaza kurdan bicih bîne
    Amerîka: Ji nû ve hilbijartina Pûtîn ne surprîz bû
    Etîketan:
    behra çîn a başûr, rakêşî, Amerika, çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de