02:28 20 Nîsan 2018
    Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî NY

    NYyê pêşniyar qanûna 'pêşîgirtina qirkirinan' a Ermenistanê pesend kir

    © AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku pêşniyar qanûna 'pêşîgirtina qirkirinan' a ji aliyê Ermenistanê ve hatibû pêşkeşkirin, ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.

    Wezareta Derve ya Ermenistanê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, "Konseya Mafên Mirovan a NYyê di civîna 37emîn a Cenevreyê de, pêşnîyar qanûna bi pêşengtiya Ermenistanê hatibû amadekirin ya ‘pêşîgirtina qirkirinan' (Prevention of genocide) bi yekdengî pesend kir."

    DÊ HETA 2 HEFTEYAN JI ÎMZEYAN RE VEKIRÎ BE

    Li gor daxuyaniyê nêzîkî 60 welatan îmze daye pêşniyar qanûna Ermenistanê ku dê heta 2 hefteyan dosyeya pêşniyarê ji îmzekaran re vekirîbe.

    Di pêşniyar qanûna pêşîgirtina qirkirinan de, bi taybetî li ser îfşakirina sedem û diyardeyên qirkirinan tê rawestîn.

    'DÊ RAPOREK LI SER RONÎKIRINA QIRKIRINAN WERE AMADEKIRIN'

    Herwiha tê xwestin ku di çarçoveya zanyariyên Sekreterê Giştî yê NYyê ji welatan werbigire, mijara qirkirinan bixe nav perwerdehiyê û raporek jî li ser ronîkirina qirkirinan were amadekirin.

    Ermenistan bûyerên 1915an her sal tîne rojevê ku dibêje, bi destê dewleta Osmaniyan bi sed hezaran ermenî hatine qetilkirin û bi salan e hewil dide ew bûyer wek qirkirin werin qebûlkirin û Tirkiye jî kesûkarên qûrbaniya qerebû bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Silopî erdhejekê rû da
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Elon Musk rûpelên Facebookê yên Tesla û SpaceX girtin
    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    ‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
    Termên 2 leşkêran li Efrînê hatin dîtin
    Etîketan:
    Cîhan, NY, Tirkiye, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de