20:32 23 Nîsan 2018
    Nicolas Sarkozy- Muammer Kaddafi

    Pismamê Qedafî: Piştgiriya me ya Sarkozy nayê înkarkirin

    © REUTERS / Pascal Rossignol
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pismamê Serokê Libyayê yê berê Muammer Qedafî Ehmed Qedaf ed-Dem di axaftina xwe de ragihand ku piştgiriya me ya aborî bo Nicolas Sarkozy nayê înkarkirin.

     Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy ji stada Camp Nou hat derxistin.
    © REUTERS / Charles Platiau
    Pismamê Serokê Libyayê yê berê Muammer Qedafî ku kordînatorê têkiliyên Libya û Misrê bû Ehmed Qadaf ed-Dem di axaftina xwe de got: "Piştgiriya me ya aborî bo Serokomarê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozy rast e û ev nayê înkarkirin."

    Ehmed Qedaf ed-Dem di berdewamiya axaftina xwe ya Frabce 24ê de got: "Agahiyên ku di warê aborî de piştgiriya Nicolas Sarkozy kirine min ji Muammer Qedafî jî û ji berpirsên bilind ên Libyayê jî bihîst û ev agahî rast e."

    Qedaf ed-Dem di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez mîqdarê pereye ku hatiye dayîn nizanim, lê ez baş zanim ku pere ji bo Nicolas Sarkozy hatin şandin. Wê demê Qedafî hewla avakirina Yekîtiya Efrîqayê dikir û dixwest dostek ji Qesra Elyseeyê hebe. Ji bo ku Sarkozy wek hevalbendê stratejîk bimîne me piştgiriya wî kir. Ev nayê înkarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Sarkozy: Pêdiviya Ewropayê bi Rûsyayê heye
    Sarkozy ji bo ciwanên bê kar pêşniyara leşkeriya neçarî kir
    Nîcolas Sarkozy dîsa dibe namzetê serokomariyê
    Sarkozy ji bo namzetiya serokomariyê xwe amade dike
    Sarkozy: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê DAIŞ têk naçe'
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê yê berê, Pismamê Serokê Libyayê yê berê, Ehmed Qadaf ed-Dem, Nicolas Sarkozy, Libya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de