20:33 23 Nîsan 2018
    Girtîgeh - Heps

    14 leşkerên ku albay jî di nav de cezayê îdamê li wan hat birîn

    © AFP 2018 / Philippe LOPEZ
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Komara Demokratîk a Kongoyê 14 leşkerên ku albayekî teqawûtbûyî jî di nav de ye ji ber îsyan, bazirganiya çekan û kuştinê cezayê îdamê li wan hat birîn.

    Serokê Dadgeha Leşkerî Nsa Obal di daxuyaniya xwe ya çapemenî de de got: "Ev 14 leşker ji ber sûcên îsyana li hemberî dewletê, bazirganiya çekan û bûyerên kuştînî cezayê îdamê li wan hat birîn."

    Nsa Obal di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema li eyaleta Kuvi tekoşîna qaçaxiyê dihat meşandin ev 14 leşker bi tohmeta qaçaxiya zêr û koltan sala borî meha mijdarê hatibûn girtin."

    Obal di dirêjiya axaftina xwe de got: "Sala borî dema hêzên ewlehî xwestin van kesên navborî binçav bikin rastî êrişa wan hatin û 3 jê leşker 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Di lêgerîna mala wan kesên navborî gelek çekên qaçax jî hatin desteserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Îranê hûnermendê kurd îdam kir
    Îranê li bajarê Îlamê kurdekî din îdam kir
    ‘DAIŞê 2 hemwelatiyên Rûsî îdam kir’
    Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Etîketan:
    Serokê Dadgeha Leşkerî, Nsa Obal, Kongo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de