17:37 22 Nîsan 2018
    Neteweyên Yekbûyî NY

    Ji NYyê bangewaziya lezgîn bo birîndar û nexweşên li Efrînê

    © AFP 2018 / Fabrice Coffrini
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Neteweyên Yekbûyî (NY) bangeke lezgîn kir ku demildest birîndar û nexweşên li Efrînê bo Helebê werin tehliyekirin.

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric di civîna rojane de li ser rewşa Efrînê daxuyanî dan û got, "Pêwîste ji bo çareseriya pizîşkî hemû birîndar û nexweşên li Efrînê ne, derhal bo Helebê werin tehlîyekirin."

    Dujarric ragihand, li gor zanyariyên ji wan re hatine heta niha nêzîkî 167 hezar sivîlên Efrînê ji cih û warê xwe bûne û da xuyakirin, "Beşeke mezin ji wan çûne Til Rifatê û yên din jî çûne herêmên nêzîk ên wekî Nûbûl û Zehrayê."

    Berdevkê NYyê ji aliyên şer ên Sûriyeyê daxwaza pabendbûna bi berpirsiyariyên hiqûqa navdewletî kir û herwiha eşkere kir, "Niha deriyên Helebê ji penaberên hundirîn re hatine girtin."

    Dujarric li ser girtina deriyên Helebê got, "Ev rewşeke ku pêdiviya gelek mirovan bi alîkariyên tibbî yên lezgîn heye de, fikarên mezin ji bo NYyê çêdike."

    Dujarric herwiha ragihand, ji ber nebûna alîkariyên lezgîn ên tibbî agahî ji wan re hatine ku 4 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Li Tirkiyê balafireke F16 ket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    Koşka Spî: Endîşeyên bandorê li têkiliyan dikin hatin axaftin
    Etîketan:
    Sûriye, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de