08:35 23 Nîsan 2018
    Otobus

    Di vegera Kalasînê de otobusa rewiyan qulibî: 18 mirî û 33 birîndar

    © AFP 2018 / NAMEER GALAL / FILE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bakurê rojhilatê Taylandê otobusa turîstan di fetlanokê de qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeya malpera înternet a televîzyona PBSê, şevê din li herêma Nakhon Ratchasimayê otobusa turîstan di dema fetlanokê de ji rê derket. Di encama qezayê de 18 rêwiyên otobusê jiyana xwe ji dest dan û 33 jî birîndar bûn.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku otobus li herema perava sînorê Kamboçyayê dema ku ji Chanthaburiyê vedigeriya Kalasinê di fetlanokekê de ji rê derketiye.

    Li gor îstatîstîkên Rêxistina Tendirustî ya Cihanê, piştî Libyayê Tayland dikeve rêza duyemîn ku herî zêde bûyerên qezayî yên trafîkê lê diqewimin.

    Bi heman mijarî:

    Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar
    Li wî bajarê kurdan her sal di qezayên trafîkê de nêzîkî 500 kesî jiyana xwe ji dest didin
    Li navçeya Çelê qezaya trafîkê: 11 birîndar
    Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
    Li Wanê qezaya trafîkê: 8 mirî û 2 birîndar
    Li Kurdistanê di sala 2017an de 689 kesan ji ber bûyerên trafîkê canê xwe wenda kiriye
    Etîketan:
    Li Taylandê qezaya trafîkê, Kamboçya, Tayland
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de