17:17 24 Nîsan 2018
    Usain Bolt

    Usain Bolt, bi Borussia Dortmundê re wê derkeve antremanan

    © REUTERS / James Oatway
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rekortmenê cîhanê û bezokê berê Usain Bolt, wê bi Borussia Dortmundê re derkeve antremanan. Kûluba elman li ser hesabê xwe yê Twitterê, peyama "Bolt tê!" parve kir. Her wiha di peyama Twitterê de hat eşkerekirin, Bolt sibê wê derkeve antremanên ku ji alîgiran re vekiriye.

    Usain Bolt
    © REUTERS / Kai Pfaffenbach
    Rekortmenê cîhanê yê jamaikayî û atletê berê Usain Bolt, bi tîma Lîga Yekem a Fitbolê ya Elmanyayê (Bundesliga) Borussia Dortmundê re sibê wê derkeve anteramanan. Bolt di hesabê xwe yê fermî de wêneyê xwe yê bi formeyê Borussia Dortmundê kişandibû bi peyama "BVB ji bo roja înê amade be" parve kir. Kûluba elman jî li ser hesabê xwe yê twitterê, "Bolt tê!" nivîsî û parve kir. Her wiha di peyama twitterê de hat eşkerekirin, Bolt sibê wê derkeve antremanên ku ji alîgiran re vekiriye.

    ​Herwiha Boltê 31 salî, di olîmpiyatan de 8, di şampiyoniyên cîhanê de jî 11 madalyayên zêr bidest xist. Di meran de xwediyê rekorên 100 metro (9.58) û 200 metroyan (19.19) e.

    Bolt, piştî Şampiyoniya Atletîzmê ya Cîhanê kariyera xwe bi dawî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Bolt peymana fîtbolîstiyê mohr kir, wê li Old Traffordê derkeve qadê
    Usain Bolt dest bi kariyera fitbolê dike
    Usain Bolt pêşbirka dawî ya kariyera xwe temam nekir
    Etîketan:
    Bezok, Atletîzm, Usain Bolt, Fitbol, BVB, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de