20:29 23 Nîsan 2018
    Leşker

    Di navbera leşker û îstîxbaratvanan şer: 2 kuştî 7 birîndar

    © Flickr/ ResoluteSupportMedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Mogadîşuya Somaliyê di navbera leşkerên ku Îmarata Erebî perwerde dike û îstîxbaratvanan de şer derket, di encama şer de 2 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

    Artêşa Nîjeryayê
    © AFP 2018 / STEPHANE YAS
    Li gor zanyariyên berdest, li Mogadîşuya Somaliyê di navbera leşkerên artêşê ku Îmarata Erebî perwerde dike û endamên Saziya Îstîxbarat a Somaliyê (NISA) de şer û pevçûn derket. Li gor agahiyên destpêkê di pevçûnê dê yek jê sivîl 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Somaliyê Ebdîezîz Xildhibaan di axaftina xwe ya radyoyekî herêmî de şerê navbera artêş û îstîxbaratvanan serast kir û got: "Di bûyerê de yek jê sivîl û yek jî îstîxbaratvan du kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Sedema pevçûnê ji aliyê hêzên ewlehî ve tê vekolandin."

    Li gor agahiyên yek ji şahidê bûyerê Muhammed Îbrahîm, li herêma ku şer û pevçûn qewimiye çekên giran jî hatine bikaranîn.

    NISA ji bo rê li ber êrişên xwekujî yên rêxistina terorîst a Eş Şebabê bigre li Mogadîşuyê gelek xalên kontrole di destê xwe de digre. Şahidê bûyerê dibêjin dema leşkerên artêşê di noqteyekê de drbas bûn şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket.

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
    Etîketan:
    Li Somaliyê di navbera leşker û îstîxbaratvanan de şer, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de