20:24 23 Nîsan 2018
    Artêşa Nîjeryayê

    91 şagirtên revandî hatin rizgarkirin

    © AFP 2018 / STEPHANE YAS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Nîjeryayê ji 110 şagirtên keç ku rêxistina terorîst Boko Haramê revandibûn 91 jê hatin rizgarkirin.

    Wezîrê Enformasyon ê Nîjeryayê Laî Muhammed di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got. "Li herêma Dapchi ya eyaleta Yobeyê 91 şagirtên keç ê revandî berê sibehê hatin rizgarkirin."

    Rêxistina terorîst Boko Haramê 19ê Sibatê li herêma Dapchiya eyaleta Yobeyê bi ser dibistanekê de girtibû û 110 şagirtên keç revandibû. Piştî bûyerê rêvebiriya eyaleta Yobeyê ji bo dibistanan biparêzê 2 hezar polîs şandin herêmê.

    Boko Haramê heta niha ji gelek bûyerên revandinê berpirsyar tê girtin û ev nêzî salekê ye li sînorê Kamerun, Benin, Çad û Nîjerê hejmara êrişên xwe zêde kirine.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    Etîketan:
    Wezîrê Enformasyon ê Nîjeryayê, Boko Haram, Yobe, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de