20:36 23 Nîsan 2018
    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric

    Berdevkê NYyê: Ji xelkê Efrînê agahiyên tundî, talan û binçavkirinên kêfî tên

    © Flickr/ UN Geneva
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bal kişand ser rewşa xerab a Efrînê û metirsiyên derbarê talan, binçavkirinên kêfî û tundiya li ser sivîlan anî ziman.

    Dujarric di civîna rojane ya rojnamevanî de metirsiya NYyê ya li ser agahiyên ji herêma Efrînê tên anî ziman û got, lê ji ber ku ew ne li wir in nikarin piştrast bikin.

    Berdevkê NYyê Stephane Dujarric wiha axivî: "Em bi xelkê ji herêmê derketiye re diaxivin. Dibêjin, rewş gelekî giran e. Agahiyên talanê û binçavkirinên kêfî û tundiya li dijî sivîlan ji me re tên."

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Li Dubaiyê modeleke rûsî dema xwest xwe ji êrişkarî biparêze pişta xwe şikand
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    Etîketan:
    Efrîn, Cîhan, Neteweyên Yekbûyî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de