00:57 26 Nîsan 2018
    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

    Koreya Başûr pêşniyaza hevdînê li Koreya Bakur kir

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koreya Başûr pêşniyaz li Koreya Bakur kir ku di 29ê Adarê de li hev bicivin. Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in, li gor encamên civînan dibe ku hevdîtinek sê alî Koreya Başûr-Bakur û DYAyê pêk were."

    Li gor nûçeya di Yonhapê de cih girt de Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in û Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong beriya hevdîtina di meha nîsanê de dibe ku di 29ê Adarê de li hev bicivin. Ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNAyê daxuyand ku kiryarên Koreya Bakur yên bo kêmkirina gengeşiyên li heremê, nîşaneya bi xwebaweriyê û hêza navneteweyî ya Koreya Bakur e.

    ​Ji aliyê din ve Moon derbarê hevdîtina Kim û Donald Trump ya ku tê payin di dawiya meha nîsanê de wê pêk were de jî axivî.

    Moon di civîna komîteya bo pêwendiyên bi Koreya Bakur re de axivî û got, "piştî hevdîtina Koreya Başûr û Bakur lûtkeya Koreya Bakur û DYAyê bi xwe bûyerek tarîxî ye. Li gor encamên civînan dibe ku hevdîtinek sê alî Koreya Başûr-Bakur û DYAyê pêk were."

    Her wiha atmosfera erênî piştî ku Serokê Koreya Bakur Kim eşkere kir ku wê şandeyekê bişîne Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên PyeongChangê de destpê kir û gotibû, bi Seûlê re bo hevdîtinan em vekirîne.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Çînê: Em piştgiriyê didin hevdîtina Amerîka û Koreya Bakur
    'Berî hevdîtina li gel Koreya Bakur, Trumpî xwest ekîpeke nû dava bike'
    Di navbera Tirkiyeyê û Koreya Başûr de kirîz derket
    Koreya Bakur li dijî Tirkiyeyê êrîşa sîberê kir
    Etîketan:
    Dîrokî, Kore, Başûr, Bakur, Hevdîtin, KCNA, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de