10:00 24 Nîsan 2018
    Newroz

    Cejna Newrozê li seranserê cihanê tê pîrozkirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Cejna Newrozê li seranserê cihanê bi beşdariya sed hezaran tê pîrozkirin. Siyasetmedarên kurd dibêjin ‘îsal Newroz xemgîn e, lê em dev ji cejna neteweyî bernadin."

    Cejna Newrozê li seranserê cihanê bi beşdariya sed hezaran tê pîrozkirin. Siyasetmedarên kurd dibêjin ‘îsal Newroz ji ber bûyerên Kerkûk û Efrînê xemgîn e, lê em dev ji cejna neteweyî bernadin." Li gelek herêmên kurdan Cejna Newrozê bi vexistina agir dest pê kir.

    nameya nû
    • 16:44

      Hejmara kesên li Stenbolê hatine desteserkirin zêde bû

      Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Stenbolê ragihand ku hejmara kesên li Newroza Stenbolê hatine desteserkirin zêde bû û bû 67.

       

    • 15:25

      Dîmenên Newroza Qendîlê

      Kanala NRTyê dîmenên zindî yên Newroza Qendîlê weşandin.

    • 15:09

      Li Newroz Stenbolê nêzîkî 50 kesî hatin desteserkirin

      Peyamnerê Sputnik Kurdistan li Stenbolê ragihand ku nêzî 50 kesî di kontrolên polîsan de hatine binçavkirin. 4 xalên kontrolê bi qasî kîlometrekê hebûn heta xelk digihîşt meydana Bakirkoyê ya pişta edliyê. Bi qasî 20 hezar zêdetir beşdarî heye. Peyamên Efrînê mohra xwe li Newroza Stenbolê jî dan.

      Pîrozbahiyên Newroza li Stenbolê
      © Sputnik / Salih Turan
    • 14:45

      Newroza Amedê bi dawî bû

      Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Amedê ragihand ku Newroz bi dawî bû. Gel bariyerên polisan rakirin û li ber dikê civiya. Di navbera polîs û girseyê de hinek alozî derketin. Di vê demê de rojnamevanên bi navê M. Ugur Çakil û Arif Bulut ku di rojnameyên heremî de dixebitin ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

    • 14:40

      Dîmenên Newrozê ji bajarê Amûdê yê Rojavayê

      TEV-DEMê li bajarê Amûdê ahenga cemawerî ji bo Newroz û piştgiriya Efrîn û gelê wê li dar xist.

    • 14:17

      Newroza Qamişloyê

    • 14:15

      Axiftina Ebadî ya bi kurdî ji bo Newrozê

      Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peyama xwe ya ji bo komkujiya Helebçeyê belav kiriye de got: "Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ya biratî û hevkariyê diçin û bi hev re ji bo avakirinê pêngavan diavêjin."

    • 14:09

      Asayîşa Qamişlo û çûna xelkê bajarî bo Newrozê

      Rûepla Buyer Pressê hinek wêne ji bajarê Qamişloyê parve kirin ku xelkê Qamişlo bi alaya Kurdistanê diçin û Asayîşa Rojava jî li kolanan ewlehiyê dabîn dike.

    • 13:59

    • 13:46


       

    • 13:43

      ‘Her kes Kawayê Hesinker e’

      Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe ya pîrozbahiya Newroza Amedê de got: Yên ku li Efrînê Kawayê şoreşger wek perçeyek beton dibînin bila bizanibin ku her kesê ku li ve qadê kom bûye Kawayê Hesinker e.

    • 13:29
      Li tevahiya bajarên Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin
      © Sputnik / Osman Başqalî
    • 13:25


       

    • 13:11

      Coşa Newrozê li Kurdistanê bi hemû leza xwe didome

      Coşa Newrozê ku şevê din li navçeya Akrê ya Herêma Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 25 hezar kes beşdar bû li gelek bajêr û navçeyan bi çalekiyên cuda berdewam dibe.

    • 13:06

      Hêzên iraqî li Kerkûkê bi çekan êrişî gel kir

      Hêzên iraqî li Kerkûkê bi çekan êrişî xelkê ku Cejna Newrozê pîroz dikir kirin. Herwiha kurdên ku ala Kurdistanê hildidan rastî şîdet û heqaretê hatin.

    • 12:57

      Ji Newroza Stenbolê Weşana zindî

    • 12:50

      Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê bi Kurdî Newroz pîroz kir

      Konsolosê Amerîka yê li Hewlêrê Ken Gross bi Kurdî Newroz pîroz kir. Gross di peyama xwe de got: Ez Newroza kurdên ku li Kurdistanê dijîn pîroz dikim. Ji her kesî re daxwaza xweşî û aramiyê dikim. Newroz mizgîniya sala nû û destpêka biharê ye. Em gelê amerîkî û kurdistanî pir çandî dijîn. Em bi kelecan in û hêvî dikin Newroz bibe wesîleya aştî û aramiyê.

    • 12:31

      ‘Sedsal jî derbas be Amed, Kerkûk, Qamişlo û Kirmaşan dê Kurdistan be’

      Zarokên kurd di pîrozbahiya Cejna Newrozê de dibêjin ‘sedsal jî derbas bibe wê Amed, Kerkûk, Qamişlo û Kirmaşan her Kurdistan bimînin.'

    • 12:17

      Konsola ciwan a îtalî bi cilûbergên Kurdî beşdarî Newrozê bû

      Serkonsolosa Îtalya bi cilûbergên Kurdî biyên Amerîka û Japonyayê re li Hewlêra paytexta Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bûn.

    • 12:00

      Li pîrozbahiya Newroz a Kabîlê teqîn: 26 kuştî û 18 birîndar

      Li taxa şîiyan a Kabîla paytexta Afganistanê di pîrozbahiya Cejna Newrozê de êrişeke xwekujî pêk hat. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Afganistanê di encama êrişa xwekujî de herî kêm 26 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

    • 11:49

      Muslim: Agirê Newrozê wê Efrînê rizgar bike

      Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim ji bo Cejna Newrozê peyamek belav kir û got: Newroz berxwedane û azadiyê bixwe re tîne. Berxwedana Serdemê û agirê Newrozê wê Efrînê rizgar bike û rê li ber azadiyê veke.

    • 11:42

      Komkarê li Bremenê Newroz pîroz kir

    • 11:37

      Ji Mesrûr Barzanî peyama Newrozê

      Şêwirmendê Konseya Ewlehî yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek parve kir û Cejna Newroz pîroz kir.

      Barzanî di peyama xwe de got: "Wateyeke girîng a cejnê bo me kurdan heye. Newroz hem destpêka sala nû û hem jî remza azadî ya lidijderketina zilm û zordariyê ye. Hêvî dikim Newroz bibe wesîleya bidestxistina mafê meşru yê kurd û kurdistaniyan."

    • 11:26

      Ji pîrozbahiya Newroza Akrê çend wêneyên rengîn


       

    • 11:23


       

    • 11:06

      Newroza Amedê dest pê kir

    • 11:03

      PSK: Hemû rojên me wek Newrozê bin

      Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesut Tek bi munasebeta Cejna Newrozê peyamek belav kir û cejna hemû kurdan pîroz kir û got: Hemû rojên me wek Newrozê bin.

    • 10:58

      PAK: Agirê Newrozê wê rêya me ronî bike

      Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik di peyama xwe de Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir.

    • 10:48

      Parlamenteran qurnefîl danîn cihê ku Kemal Korkut lê hatibû kuştin

      Parlamenterê HDPê ku Hevseroka Partiyê Pervin Buldan û Osman Baydemir, Meral Daniş Beştaş, Ziya Pir û Feleknas Uca jî di nav de qurnefîl danîn cihê ku di Newroza sala borî de Kemal Korkut lê hatibû kuştin.

       

    • 10:41

      Pîrozbahiya Newroza Amedê seet li 11:00an dest pê dike

      Îro seet li 11:00an bi beşdariya parlamenter, siyasetmedar û aktîvîstan li bajarê Amedê Cejna Newrozê tê pîrozkirin.

    Bi heman mijarî:

    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin
    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Berpirsê asayîşê: Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin
    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Etîketan:
    Pîrozbahiya Newrozê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de