21:45 25 Gulan 2018
Extiyar

Extiyar ji bo têkevin girtîgehê bi zanebûn diziyê dikin

© Flickr / Hapal
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku extiyarên Japonyayê ku tenê mane ji bo têkevin girtîgehê bi zanebûn sûcên biçûk dikin.

Li gor malpera înternet a Bloomberga Amerîkayê, li Japonyaya ku herî zêde nifûsa extiyar lê dijîn di salên dawî de rêjeya sûckirina kesên ji 60 salî metintir 4 qatan zêdetir bû.

Li gor nûçeyê, li girtîgehên Japonyayê ji her 5 mehkûman yek jê ji 60 salî mezintir e û piranî sûcên wan jî bi diziya tiştên biçûk ên wek amûrên marketê hatine girtin. Ji nêvî zêdetir extiyarên ku ji diziyê hatine girtin tenê dijîn.

Malperê di berdewamiya nûçeyê xwe de ragihand ku extiyarên japonyayî ji 60 salî mezintirin ku tenê ne ji bo tenê nemînin bi zanebûn ji bo têkevin girtîgehê diziyê dikin.

Bi heman mijarî:

Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
Li Japonyayê araq vexwarin bo leşkerên amerîkî hat qedexekirin
Ji Rûsyayê bo Amerîka û Japonyayê hişyariya şerê nukleerî
Li Japonyayê ewreke ecêb ku dişibe maran xuyabû
Ji Japonyayê daxuyaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê
Etîketan:
Extiyar ji bo têkevin girtîgehê diziyê dikin, Japonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de