20:27 23 Nîsan 2018
    Tikrit toplu mezar

    39 karkerên ku hatibûn revandin kuştî hatin dîtin

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    39 karkerên hindistanî ku di sala 2014an de li Iraqê hatibûn revandin kuştî hatin dîtin.

    Wezîrê Derve yê Hindistanê Sushma Swaraj di axaftina xwe ya parlamentoyê de got: "39 karkerên hindistanî ku di sala 2014an de ji aliyê milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibûn revandin kuştî hatin dîtin."

    Sushma Swaraj di berdewamiya axaftina xwe de got: "Cesedê karkeran bi saya dîmênên peykê di goristaneke komî de hat tespîtkirin. Li gor encamên DNAyê cesedê 38an aîdî karkeran ku 2014an de hatibûn revandin derket. Em ê cesedê karkeran bişînin bajarên wan."

    Karkerên hindistanî ku ji eyaletên Pencap, Bihar, Himaçal Pradeş û Bengalê çûbûn Iraqê di 2014an de berî ji Mûsilê veqetin ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatibûn revandin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
    Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
    Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Li Hindistanê avahî hilweşiya: 7 mirî 16 jî birîndar
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Li Hindistanê lehî: 700 kes mirin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Hindistanê, DAIŞ, Sushma Swaraj, Hindistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de